Hemas: Ti lihevkirin bi Îsraîlê re pêk nehatiye

Tevî hewildanên agirbestê jî şerê navbera Îsraîl û Filîstinê de didome.
Di êrîşên Îsraêlê yên li ser Xezayê de kesek jiyana xwe ji dest da 7 kes jî birînar bû, hêzên hemasê jî bi avêtina mûşekan bersiv didin Îsraîlê.

Şerê Filistîn Israyîl ku ji hefteya borî ve dest pê bûye, bi dijwarî berdewam dike.

Artêşa Îsraîlê şeva borî başûrê Xezayê kir armanc û di encma êrîşê de kesek jiyana xwe ji dest da 7 kes jî birîndar bûn.

Piştî êrîşa artêşa Israyîlê hêzên girêdayê Hemasê jî bi avîtina 6 muşekan, bi ser baregehên Îsraîlê ve bersiv dan.
Derbarê agirbesta dihat payînkirin ku sibe pêk were, Tevgera Hemas li ser zimanê endamê nivîsgeha xwe Izzet Erreşiq raghand ku ti lihevkirin bi Israyîlê re pêk nehatiye.

Ji hêla Israyîlê ve jî tevî ku hin berpirsan ji hikumeta xwe xwest ku mezintirîn endamên Hemasê tesfiye bike, lê berpirsekî leşkerî ji rojnameya Hartes re raghand ku pêkanîna agirbestê ji bo sibe ne dûr e.

Li aliyekî din û derbarê zextên navnetewî yên bo rawestandina şerê herdu aliyan, Rojnameya New York Times da zanîn ku Joe Biden duşema borî bi rêya telefonê nameyek bo rawestandina şer ji Netenyaho re rêkiriye.

Li gor New York Timesê Biden Netenyaho agahdar kiriye ku, ew heta demeke dirêj dê nikaribe li hember zextên navnetewî û kongresê raweste.

Heta niha di şerê Îsraîl Filistinê de zêdeyî wan jin û zarok 237 Fîlîstînî 12 jî welatiyên Îsraîl jiyana xwe ji dest dane.

Back to top button