QSD: Buhayê madeyên sotemeniyê ne girêdayî me ne

Di nava çalakiyên gelên Bakur û Rojhilatê Sûrî yên nerazîbûna li dijî biryara Rêveberiya Xweser a jimar 119, hin kesan bi armanca derxistina fitneyê li herêmê bi awayekî çekdarî êrîş pêk anîn.

Têkildarî bûyerên li navçeya Şedadê, fermandariya giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk destnîşan kir ku buhayê madeyên sotemeniyê ne girêdayî QSD’ê ye û hişyariya van hewldanên derxistina fitneyan li gel kir.

Piştî biryara Rêveberiya Xweser a jimar 119 ji bo diyarkirina buhayê madeyên sotemeniyê, xelkên Bakur û Rojhilatê Sûrî nerazîbûna xwe nîşan dan û li hin deveran xwepêşandan encam dan.

Lê li hin deverên wekî navçeya Şedadê kesên ku bi alî û ajendayên derve ve girêdayî ne, xwestin tevlihevî û fitneyên di nav pêkahtiyên gel û hêzên ewlehî û saziyên sivîl de derxînin.

Têkildarî mijarê Fermandariya giştî ya hêzên Sûriya Demokratîk QSD daxuyaniyek da.

QSD’ê diyar kir ku ” Divê bê zanîn ku ji guhertin û sererastkirina buhayê madeyên sotemeniyê sazî û dezgeyên pêwendîdar ên Rêveberiya Xweser berpirsiyar in ne QSD e.

Em di pêkanîna aramî û ewlehiya herêmê de berpirs in û bi vê erka xwe her tim rabûne.”

QSD: Bila ev hewldan nebin têkbirina aramiya herêmê!

QSD’ê banga hişyariyê kir û tekez kir ku” di nav girseyên xwepêşandêran de hinek kesên bi rûpoş, rû-veşartî êrîş dibin ser nuqte û çeperên hêzên ewlehiyê li herêma Şedadê” û ev yek bi têkibirina ewlekariya herêmê bi nav kir.

Asayîş: Kesên bi aliyên derve ve girêdayî, çek li dijî xwepêşanderan bi kar anîn

Asyîşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî ji aliyê xwe ve ragihand ku duh hin kesan xwestin di xwepêşandanên aştiyane de fitneyan derxînin û banga hişyariyê li gel kiribû.

​​​​​​​Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê: Bila gel nekeve xefka fitneyan

Her wiha Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê jî bi daxuyaniyekê sersaxî ji malbatên her du qurbanên xwepêşandanên li Şedadê û Hesekê, xwest û bang li gel kir ku nekevin xefka fitneyan de.

Back to top button