Li Somalyayê, li ser destê çeteyên “Heraket El-Şebab”kuştî û birîndarên artêşa welat çêbûn.
Sêşemê, nuqteyeke hêzên artêşa Somalî rastî kemîneke ji aliyê çeteyên Tevgera”Heraket El-Şebab” hat.
Ev êrîş li ser nuqteya artêşê ya li parêzgeha Şibîlaya Jêrîn rû da û li gorî dezgehên ragihandê di encamê de, jimarek ji leşkerên artêşê kuştî û birîndar bûn.
Jixwe, yek ji siyaseta sereke çeteyên yên “Hereket el-Şebanb” çandina mayîn û êrîşên nîşkeyîye ne, ku di encama wan de, heta niha bi sedan kes hatine kuştin.