Li Kampa Holê 2 penaberên jinên Iraqî hatin kuştin

Li Kampa Holê tevî hemû rêkarên ewlehiyê, careke din bûyerên kuştine derdikevin holê.. Vê dawiyê 2 jinên din yên Iraqî hatin kuştin. Hikumeta Danîmarkayê jî bi niyet e jimareke welatiyên xwe yên li Kampa Holê werbigire..

Li Kampa Holê û di dîroka îro de, 2 xweşik ku bi aslê xwe Iraqî û li beşê yekê yên kampê dimînin, bi guleyên kesine nenas ve hatin kuştin.

Li gorî rêveberiya Kampê, herdu jinên kuştî, navên wan, Ala Etiyê Ehmed Salih a 31 salî û Rexed Etiyê Ehmed Salih a 32 salî ne.

Hefteya borî jî, penabera Îraqî Menal Xelîl Ibrehîm a 26 salî, ji aliyê kesine nenas ve, bi guleya dimançeyê ku di serî xwe de xwaribû, hatibû kuştin.

Danîmarka dê 22 zarok û jinên DAIŞ’î werbigire

Ji mijarê ne bi dûr, Hikumeta Danîmarkayî duh ragihand, ew ê 22 zarok û jinên DAIŞî yên li kampên Bakur û Rojhilatê Sûrî, vegerînin..

Hikumetê girtina vê biryarê li xerabûba rewşa ewlehî ya li kampan vegerand.

Li gorî biryarê, dê 3 jin tevî her 14 zarokên xwe, her wekî dê 5 zarokên din bêyî dayîkên xwe ji kampa Hol û ya Roj werin veguhastin.

Li gorî istixbarata welêt jî, ev dayîk tiliya wan di sûcên terorîst de hene û li ser vê Wezareta Dadmendiyê got ew ê ev kesên DAIŞî cezayekî hişk bibînin.

Danîmarka yek ji welatên Ewropa yên ku vegera kesên tevlî şer bûne red dikir û heta berî vê biryarê jî teqez dikir ku kesên di nava DAIŞ’ê de şer kirine, wê ti carî rêya vegerê ji wan re tune be.

Lê dawiya Adara borî, Hikumeta Danîmarkayê avakirina têmekê ji bo lêkolînkirina vegerandina zarokên xwe yên li kampên Bakur û Rojhilatê Sûrî erê kiribû.

Back to top button