Li Mairabê gelek şaneyên “Çekdarên Hûsî” hatin girtin

Li Yemenê şaneyeke “Çekdarên Hûsiyan” ku pispor e di çandina bombeyan de, hate girtin.

Telefiziyona Yemenî ragihand ku polîsan li parêzgeha Mairabê ya rojhilatê welêt gelek şaneyên ji “Çekdarên Hûsiyan” girtin û yek ji wan şaneyan jî, di dema ku rêya navneteyî de bombe diçandin, hat girtin.

Li gorî telefiziyonê, ev çekdarên hatin girtin pispor in di çandina bombeyên ku bi hêz diteqin.

Her wiha yek ji wan şaneyan, plan dikir ku kadroyên tibî, rêwî û barhilgirên bazirganiyê yên li ser rêya Mairab- Safir- El Ibir de, armanc bikin.

Tê zanîn ku “Çekdarên Hûsî” şaneyên veşatî ji jin û zarokan li gorî kirinên terorî perwerde dike, da ku rûsipiyên eşîr û berdevkên Artêşa Yemenî, bike arman ji xwe re.

Back to top button