PDK Û YNK’Ê CAREKE DIN JI BO AVAKIRINA HIKÛMETÊ LI HEV NEKIR

Ji bo avakirina hikûmeta nû ya Başurê Kurdistanê careke din PDK’ê û YNK’ê li Silêmaniyê li hev civiyan.
Her du partî li ser diyarkirina wezîfên ji bo YNK’ê li hev nekirin.

Ji bo avakirina kabîneya nû ya hikûmeta başûrê Kurdistanê carek din şandeyek PDK’ê serdana Polîtburoya YNK’ê li Silêmaniyê kir.

Di civînê de şandeya PDK’ê ji şandeya YNK’ê re gotiye ku wezîfeyên Serokatiya Parlementoya başûrê Kurdistan, Cîgirê Serokê Hikûmetê, Wezareta Pêşmerge ji bo YNK’ê hatiye destnîşan kirin.

Lê şandeya YNK’ê daxwaza hinek wezîfeyên din jî ji PDK’ê kiriye lê ew wezîfe çi ne nehatin gotin.

Tê payîn ku civînên di navbera her du aliyan de wê berdewam bikin.

Lê dem ji bo civînekî nû nehatiye eşkere kirin.

Leave a Reply

Back to top button