100 ciwanên Rojava tevlî seferberiya bûn

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ragihand ku piştî meşa ciwanan a ku ji Qamişlo heya Dêrikê dest pê kiribû û bi dawî bibû,100 ciwan tevlî seferberiya giştî bûn.

Piştî ku ciwan 100 km ji Qamişlo heta Dêrikê meşiyan, meşa ciwanan duh bi dawî bû.

Piştî meşê, ciwanan daxuyaniyek da û diyar kirin ku bi van êrîşan armanc adewleta Tirk ne tenê têkbirina PKK’ê ye, lê dagirkirina Başûrê Kurdistanê bi tevahî ye.

Ciwanan gotin:

“Em ji tevahî gelê Kurdistanê re radigihînin ku em amade ne,li rex gerîla li dijî dagirkeran şerbikin.”

Di dawiyê de ciwanan divê ciwanên Kurd li her parçeyan jî seferber bibin, da ku em serkeftînê ji bo gelê xwe misoger bikin.

Back to top button