DYA piştgiriya xwe ji bo derxistina çeteyan ji Lîbyayê ragihand

Amerîka, destekdayîna xwe ji bo hikumeta Lîbyayê ya der barê derxistina çeteyan ji welat, ragihand.

Alîkarê Sekreterê Derve yê DYA Joey Hood diyar kir ku welatê wî dê bi rêya dîplomatîk piştgiriya gelê Lîbyayê di diyaloga siyasî de bidomîne.

Joey Hood li ser zimanê welatê xwe bang li hemû aliyên hindur û derve kir ku agirbestê bi tevahî pêk bînin û çeteyên biyanî ji xaka Lîbyayê derxînin.

Ev daxuyanî piştî civîna Joey Hood bi serokê hikûmeta Yekîtiya Nîştimaniya Lîbî Ebdulhemîd El-Dibîbe û Wezîra Karên Derve Nejla el-Menqûş hat dayîn.

Back to top button