Çalakiya greva birçîbûnê di roja 174’an de didome

Berxwedana li zindanên dewleta Tirk a ji bo azadiya rêber Apo bi biryardariyeke xurt didome.
Rêxistina HDP’ê ya Amedê, ji bo bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê çalakiya rûniştinê li dar xist.
Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê destnîşan kir heya ku pergala tecrîdê ya Îmraliyê neyê bi dawîkirin wê welat demokratîk nebe.
Birayê Rêber Apo Mihemed Ocalan jî derbarê tecrîdê de iyar kir dewlet lîstikan dike û divê neyê qebûlkirin.

Çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo azadiya Rêbe APO û bidawîkirina binpêkirinên li girtîgehan bi biryardariyeke mezin dewam dike.

Bi dewrgirtina koma 35’emîn çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên PKK û PAJK’ê ên li girtîgehan di roja 174’an de ye.

Greva birçîbûnê li Mexmûrê di roja 153’yan de dewam dike

Çalakiya greva birçîbûnê ya li Wargeha Penabaran a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî di roja 153’yan de bi biryardarî dewam dike.

Çalakî ji aliyê koma 78’an ve hate dewrgirtin.

02:50 heta dawî

Greva birçîbûnê li kampa Lavrîo ya Yewnanistanê roja 136’an de dewam dike

Penaberên ku li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê dimînin jî di roja 136’an de çalakiya xwe dewam dikin.

Rêxistina HDP’ê ya Amedê çalakiya rûniştinê li dar xist

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê, ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Ocalan û silavkirina berxwedana li zindanan xwest daxuyaniyekê bide.

Bi sedan polîsî beriya daxuyaniyê bi wesayitên zirxî dor li parkê girtin.

Hevserokê HDP’ê yê Amedê Zeyad Ceylan jî di nav de endamên HDP’ê ji ber ku destûr nehate dayîn ku daxuyaniyê bidin, li parkê dest bi çalakiya rûniştinê kir.

HDP’iyan tecrîd û binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan bi çepikan şermezar kirin.

Îlknûr Alcan: Heya tecrîd bi dawî nebe wê welat demokratîk nebe

Hevseroka Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê OHD’ê Îlknûr Alcan, tecrîda li Îmraliyê wekî “êşkenceya sîstematîk” pênase kir û got:

“Di mijarên siyasî û civakî de pergala tecrîdê ya Îmraliyê ji bo tevahiya welêt wekî pîvaneke hiqûqî-polîtîk tê qebûlkirin.

Heya ev neyê çareserkirin, ne pêkan e ku welêt bigihê pîvanên demokratîk.”

Îlknûr destnîşan kir ku pergala tecrîda Îmraliyê ya kesayeta rêber APO de pêk tê, di serî de gelê kurd û bi giştî li tevahiya gelên Tirkiyê tê ferzkirin.

Şandeyeke HDP’ê serdana malbata Rêber Ocalan kir

Li aliyê din jî, şandeyeke ji parlementerên HDP’ê ji bo cejnê serdana malbata Rêber Abdullah Ocalan kir.

Şande bi xwişk û birayê Rêber Apo Fatma û Mihemed Ocalan rûnişt.

Mihemed Ocalan dema serdanê bal kişande ser axaftina bi telefonê ya 25’ê adarê ku çar deqe û nîvan bi Rêber Ocalan dom kirî.

Mihemed Ocalan gotinên Rêber Ocalan bi bîr xist ku gotibû:

”Dewlet şaş dilîze, hûn jî. Ev ne hiqûqî ye, ne rast e jî. Ez dixwazim parêzerên min werin vir û bi min re biaxivin.”

Ji bo tiştên ku rû dane Mihemed Ocalan diyar kir ku ev ne exlaqî, ne siyasî û ne jî wijdanî ye û dewlet lîstikan dike û divê neyê qebûlkirin.

Back to top button