YPG’ê nasnameya şervanekî xwe yê şehîd eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê nasnameya şervanekî xwe yê şehîd eşkere kir. Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê jî nasnameyên du endamên Hêzên Asayîşê bi merasîmekê hatin eşkere kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya şervanê xwe Xemgîn Azadî eşkere kir..

YPG’ê diyar kir ku Xemgîn Azadî 10’ê Gulanê, di encama qezayekê de şehîd bû..

YPG’ê anî ziman ku Xemgîn bi rihekî fedayî tevli têkoşînê bû û erk û berpirsyariyên xwe bi coşeke mezin bi cih anîn.

YPG’ê di dawiyê de sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza şopandina rêya şehîdan da..

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye,

Yunis Kaya bi nasnav Xemgîn Azadî, 10’ê Gulana 2021’an li Hesekê şehîd bû..

Nasnameya 2 endamên Hêzên Asayîşê hat eşkerekirin

Li aliyekî din nasameyên du cangoriyên azadiyê li taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi merasîmekê hatin eşkere kirin..

Endamên Hêzên Asayîşê Mesûd Yûsif û Mihemed Elî Elo di demên cuda de şehîd bûn.

Merasîma her du şehîdan li qada şehîdan a rojavayê Şêxmeqsûd hat lidarxistin..

Bi dehan endamên Hêzên Asayîşê, şêniyên taxê û endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî tevlî merasîmê bûn.

Di merasîmê de li ser navê Hêzên Asayîşa Helebê û Meclisa Malbatên Şehîdan axaftin hatin kirin..

Kesên axivîn soza şopandina rêya şehîdan dan û diyar kirin ku ew ê armancên wan pêk bînin.

Piştre nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên şehîdan hatin kirin..

Merasîm bi dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan û şopandina rêya wan re, bi dawî bû.

Back to top button