Efrîn..Di girtîgeheke çeteyan de sivîlekî 43 salî hat kuştin

Li Efrîna dagirkirî, sûc û hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî sivîlan roj bi roj zêde dibin.
Dagirkeran di girtîgeha xwe de sivîlekî 43 salî di bin êşkenceyê de kuşt. li navçeya Şiyê 2 sivîl revandin.
Dewleta Tirk jî ji malbatên çeteyan re 3 kamp li navçeya Cindirêsê ava kir.

Ji guhertina demografik bigire heta kuştin, revandin û talankirina xwezayê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe bi her awayî hovîtiyê li Efrînê didomînin.

Navenda belgekirina binpêkirinan li bakurê Sûriyê ragihand ku di girtîgeheke dagirkeran de şêniyê bi navê Mesûd Yûsif ê 43 salî di bin êşkenceyê de hate kuştin.

Hat diyar kirin 1’ê Îlona 2018’an, dagirkeran Mesûd revandibû û di girtîgeheke li herêma Îslahiyê yê li Tirkiyê girtî bû.

Birayê Mesûd yê bi navê Şivan ji navendê re diyar ku dagirkeriya Trikiyê ew aghadar kir ku divê îro cenazeyê Mesûd werbigire.

Her wiha jê re jî gotin, berî demekê yek ji lingên wî hatiye birîn.

Li gorî navendê ji dema dagirkirina Efrînê û heya niha di girtêgehên dewleta Trik û çeteyên wê de 148 sivîl ji Efrînê di bin êşkenceyan de hatin kuştin.

Ji gundê Hêkiçê yê navçeya Şiyê 2 sivîl hatin revandin

Li navçeya Şiyê jî çeteyan bi ser gundê Hêkiçê de girt û du sivîl revandin.

Li gorî Malpera Tora çalakvanên Efrînê, çeteyan şêniyên bi navê Ferehdîn Hesen Ibrahîm û Yesir Seîd Elî revandin.

Malperê da zanîn ku ji bo berdana wan çeteyan ji malbata her kesekî daxwaza 10 hezar dolar kirin.

Li Cindirêsê 3 kamp ji malbatên çeteyan re hat avakirin

Di çarçoveya guhartina demografiya Efrînê de li derdora çiyayên gundê Tetera yê navçeya Cindirêsê dewleta Tirk a dagirker 3 kampan ji malbatên çeteyan re ava kir.

Rêxistina Mafên mirovan a Efrînê Sûrî ragihand ku dagirkeriya Tirk li çiyayê Xorşîd 400 kon, li çiyayê Hec Mihemed 350 kon û li çiyayê Sibîlêh 300 kon ava kir.

Dagirkeran li ser erda dibistana gundê Hec Hesna mizgeftek ava kir

Ji bo belavkirina fikrên tundrew, dagirkeran li ser erdê dibistana gundê Hec Hesna yê Cindirêsê mizgeftek ava kir.

Li Efrînê di nav daristana taxa Zêdiyê jî dagirkeran bi rêya komeleya Hevgirtina Civakî ya Avusturyayê mizgeftek ava kir.

Back to top button