Rêveberiya Xweser buhayê kirîna genim û ceh diyar kir

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilataê Sûriyê îro buhaya kirîna genim û ceh diyar kir.

Li gorî vê yekê kîloyê genim bi 1150 L.S û kîloya ceh jî bi 850 L.S hat diyarkirin.

Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Selman Barûdo anî ziman ku
piştî nîqaş û lêkolînên ku ji hêla rêveberiyên xweser û komîteyên aborî û çandiniyê ve hatine kirin, buhayê kirîna genim û ceh hatin diyarkirin.

Barûdo diyar kir ku hemû navnendên wergirtina genim û ceh ji 20’ê gulanê ve, wê dest bi wergirtina berhemên genim û ceh bikin.

Back to top button