Endamê Meclisa Zagonsaz a Meclisa Sivîl a Dêra Zorê Mûeyed Reyaş ji aliyê kesên nenas ve hate kuştin.
Li gorî nûçeya ANHA’yê li bajarokê El-Cezra ya Dêra Zorê, kesên nenas ên li motorsîklêtekê siwar bûbûn, gule li endamê Meclisa Zagonsaz a Meclisa Sivîl a Dêrazorê Mûeyed Reyaş reşandin.
Di encamê vê êrîşê de Mûeyed Reyaş li cihê êrîşê jiyana xwe ji dest da.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî bûyerê dest bi lêkolînê kirin.