Ronaz Yûnis: Dewleta Tirk ava Firatê wekî çekekê bi kar tîne

Hevseroka Şaredariya Gel a navçeya Til Temirê Ronaz Yûnis da zanîn ku dewleta Tirk ava Firatê wekî kaxezeke zextê bi kar tine ku ev dikeve rêza sûcên şer û daxwaz kir ku aliyên pêwendîdar vê mijarê cidî bigrin dest. 

Dewleta Tirk a dagirker vê carê ava Çemê Firatê qut kir û li ser wê jî gelek bendav ji aliyê Bakurê Kurdistanê ve çêkirine.

Bi qutkirina avê re, bobelateke mirovî rû dide.

Der barê mijarê de, Hevseroka Şaredariya Gel a navçeya Til Temirê ya Kantona Hesekê Ronaz Yûnis nirxandin kir..

Ronaz Yûnis da zanîn ku dewleta Tirk her carê bi rêbazekî şerê gelê herêmên bakur û rojhilatê Sûrî dike, ji ber binketina xwe, berê xwe da ava çemê Firatê û stasyona Elok.

Ronaz Yûnis: Berpirsyarî ji hikumeta Şamê, Iraq û rêxistinên navneteweyî tê xwestin

Ronaz diyar kir ku berpirsiyariya ava Firatê ne tenê ji Rêveberiya Xweser tê xwestin, di heman wextê de ji Hikûmeta Şamê, Iraqê û rêxistinên navneteweyî jî tê xwestin.

Hevseroka Şaredariya Gel a navçeya Til Temirê anî ziman ku divê dewleta Tirk rêzê bide hevpeymana di navbera Sûriye, Iraq û Tirkiyê ya der barê ava Firatê de, her wiha divê ava Firatê wekî kaxezeke zextê bi kar neyne û li ser wê siyasetê neke.

Hevseroka Şaredariya Gel a navçeya Til Temirê Ronaz Yûnis di dawiyê de anî ziman ku qutkirina avê, zagonên navdewletî bin pê dike, daxwaza me jî ew e ku di warê navneteweyî de ev mijar cidî were destgirtin.

Back to top button