Pêşengeha 5. a şêwekariyê li Qamişlo di roja 2’an dewam dike.
Pêşengeh li navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunera bajarê Qamişlo tê lidarxistin.
Pêşengeh her roj ji seat 9’ê Sibehê heya 9’ê Êvarî vekirî ye û wê heya 21’ê Gulanê bidome.
Di pêşengehê de 128 şêwekar hene.
Tabloyên pêşengehê li ser jiyan, ked û têkoşîn jinan û êşa koçberiyê ne.
Cîgira Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Ronahî Hesen der barê armanca vekirina Pêşengehê de axivî.