KOÇBERÊN LI KAMPÊN REQAYÊ JI BER PAŞGUHKIRINA RÊXISTINÊN MIROVÎ ZEHMETIYAN DIKIŞÎNIN

koçberên Li kampa El-Cerbû’i ya bajarê Reqayê ji barîna zêde ya baranê zehmetiyan dikişînin.

Di nava kampê de derdora hezar û 800 koçber ji deverên cuda yên Sûriyê hene.

Ev koçber li ser 285 konan hatine belavkirin, lê kon , wan ji baranê naparêzin.

Trajediya kampê bi paşguhkirina rêxistinên tenduristî re zêde dibe.

Li gorî Rêveberiya Kampê hejmara kesên astengdar ên di nav kampê de 70’ê kes e.

Koçberê di kampê de êş û azarên xwe anîn ziman û wiha gotin:

Rewşa me ne di havînê de û ne di zivistanê de baş e û bi taybet di dema zivistanê de.

Piştî barana zêde piraniya konan parçe bûn.

Koçberan bang li rêxistinên mirovî kirin ku rewşa wan bibînin û alîkariyan ji wan re pêşkêş bikin.

Leave a Reply

Back to top button