Li Kerkûkê 6 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin

Ajansa istixbarata Iraqê îro ragihandin ku wê li parêzgeha Kerkûkê 6 çeteyên DAIŞ’ê girtin.

Li gorî tora El-Sûmeriye ragihand ku ajansa istixbaratê ya Iraqê di derbarê girtina çeteyan de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate eşkere kirin ku şaxên istixbaratê û yên lêpirsînan ên federal ên Wezareta Kar û Barên Hundir 6 çeteyên terorîst li deverên cuda yên parêzgeha Kerkûkê girtin.

Ajansê berdewam kir ku ev çete li gorî madeya 4 a terorê hatin girtin. Yek berpirsê desteka lojistîk, ê din berpirsê pêşkêşkirina desteka lojistîk ji endamên DAIŞ`ê re yên li parêzgeha Kerkûrê ye.Destê çeteyê sêyemîn di komkujiya Spaykir e û her sê çeteyên din di heman dozê de hatin girtin. ”

Hate diyar kir ku piştî xebatên şopandinê û li gorî biryarên ku li dijî wan hatine girtin û di bin çavdêriya wekîlê istixbaratê ev yek pêk hat.

Back to top button