Piştî Rêveberiya Xweser biryara hejmar 119 a ji bo buhakirina sotemeniyê, betal kir. Rûspiyên Eşîrên kantona Hesekê jî spasiya wê kir û kêfxweşiya xwe anî ziman.
Rûspiyên Eşîrên Kurd û Ereb ên Kantona Hesekê bi daxuyaniyekê spasiya Rêveberiya Xweser li ser betalkirina biryara 119 kir..
Rûspiyan teqez kir, ew ê rê nedin ti kesî ku fitneyan di navberan pêkhateyên herêmê de derbixe..
Jixwe ev biryar duh bi derxistina biryareke nû ya hejmar 123 hatibû betalkirin û li ser wê Hevserokê Meclisa Rêveber Ebid El-Mihbaş diyar kiribû ku ev yek li ser daxwaze gel hat kirin û ji gel xwest ku dema doza mafê xwe yê rewa bike, her wiha ji bo parastina xwe, gerek destpêkê Asayîşê agahdar bike.