ÇALAKIYA NASIR YAGIZ DI ROJA 128’AN DE DIDOME

Li başûrê kurdistanê jî ev 128 rojin çalaki li dare.
Hevserokê Nûnertiya HDP’ê Abid Îke jî banga xurtikirina çalakiyan kir û got;
Divê çalakvan û aliyên siyasî beşdarî çalakiyan bibin.
Ji ber ku siyasata AKP û Erdogan tevahî li dijî gelê Kurd û azadiya gelane.

Li başûrê kurdistanê çalakiya greva birçîbûnê ev 128 rojin didome.

Çalakiya ku li başûr bi pêşnegtiya endamê Meclisa HDP’ê Nasir Yagiz despêkirî di roja 128’an de ye.

Êdî bêhalbûn û pirsgirêkên tenduristî yên Yagiz bandoreke xerab lê dike.

Di demê de jî çalakiya dorveger ya li Hewlerê jî di heman rojê de ye.

Greva birçîbûnê ya bêdem û bi dorveger îro ji aliyê koma 64’emîn ve hate dewir girtin.

Hevserokê Nûnertiya HDP’ê yê başûrê kurdistanê Abid Îke li ser rewşa çalakgeran axivî.

Abid Îke eşkere kir ku heta tecrîda li ser Rêber Ocalan dewam bike wê çalakiyên wan jî dewam bike.

Îke banga piştgiriyê kir û got:

Divê çalakvan û aliyên siyasî beşdarî çalakiyan bibin.

Ji ber ku siyasata AKP û Erdogan tevahî li dijî gelê Kurd û azadiya gelane

Her wiha divê hemû kesên ku mafê wan ê dengdanê heye di 31’ê Adarê de deng bidin HDP’ê.

ÇALAKIYA FEDÎLA TOK DI ROJA 68’AN DE YE

Çalakiya greva birçîbûnê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) jî di roja 103’yan de ji aliyê koma 35’emîn ve hate dewir girtin.

Çalakiya Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Fadîle Tok ya bêdem û bêdorveger ku di 21’ê Çile de hatibû destpêkirin jî di roja 68’an de ye.

Li navçeya Kelar a Germiyan jî Endezyar Herêm Mehmûd 33 roj in di çalakiya de ye.

Leave a Reply

Back to top button