Wezîrê Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken digel hempîşeyê xwe yê Îsraîlî ji bo bidawîkirina şerê heyî nîqaş kir.
Li gorî Wezareta Derve ya Amerîkayê, Blinken ji Îsraîlî xwestiye ku hemû operasyonan rawestîne û li ser agirbestê kar bikin.
Jixwe berî wê Serokê Amerîkî Biden jî bang li Natenyahu kiribû ku şerê li gel Filistînê bi dawî bike.
Natenyahu: Em ê operasyonan heya têkbirina hemasê bidomînin
Natenyahu jî gotibû ew ê operasyonên xwe heya gihîştina ewlehî, aramî û têkbirina Hemasê, bidomînin.
Tevî hemû bangên bidawîkirina şer, şer hêj berdewam dike.
Di encama wê 9 rojan de, 241 Filistînî û 12 Îsraîlî hatine kuştin.
Di çarçoveyê de, li Tûnis, Pakistan û Belcîkayê ji bo Filistîniyan xwepêşandan hatin lidarxistin.