Cemîl Bayik: Ji bo pêvajoyeke aştiyê çêbibe, divê DYE û Ewropa piştgiriyê nedin Tirkiyê

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik diyar kir ku ji bo bi Tirkiyê re pêvajoya aştî û çareseriya demokratîk dest pê bike, divê DYE û Ewropa nema piştgiriyê bidin Tirkiyê. Bayik her wiha destnîşan kir bila ti hêza siyasî pişta xwe bi derve girênede û xwe nexapîne, ji ber eger Gerîla hat bêbandorkirin wê ti hêza Başûr nemîne.

Ji bo bi Tirkiyê re pêvajoyeke çareseriyê ya demokratîk û aştiyane destpê bike, divê DYE û Ewropa nema piştgiriyê bidin Tirkiyê.

Ev gotina Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di hevdîtineke taybet li gel Sharpressê de bû.

Bayik got:

Agahiyên ku dibêjin, bi navbeynkariya DYE’yê, wê bi Tirkiyê re li ser mijara projeyeke aştiyê li hev bicivin, rast nînin.

Mirov dikare vê yekê ji polîtîkayên DYE’yê û Tirkiyê yên li dijî Tevgera me ya Azadiyê fêm bike.

Yê ku piştgiriyê dide operasyonên dewleta Tirk, DYE û Ewropa ne.

Ji bo li Tirkiyê çareseriya demokratîk û aştiyane pêk were, divê hebûna Kurdan bê qebûlkirin.

Têkildarî armanca êrîşên herî dawî yên dewleta Tirk a dagirker li ser Zap, Metîna û Avaşînê û helwesta rayedarên Başûrê Kurdistanê Cemîl Bayik ev tiş anî zimên:

Dewleta Tirk a dagirker ji bo karibe Tevgera Azadiyê ya Kurd tasfiye bike yan jî lawaz bike, ji bo karibe qirkirina Kurdan bibe serî û desthilatdariya xwe dewam bike, dest bi hewldaneke bi vî rengî ya leşkerî kir.

Eger encamê werbigire wê bandora xwe ya li ser Başûrê Kurdistanê zêdetir bike û bibe xwedî wê derfetê ku tevahiya Başûr dagir bike.

Eger gerîla bêbandor bibe wê Başûrê Kurdistanê çavkaniyeke xwe ya herî girîng a hêzê ji dest bide, wê bêhêz bimîne.

Bila ti hêza siyasî nebêje ku li pişt me filan hêza siyasî heye û xwe nexapîne.

Dewleta Tirk bi hewldana li dijî Zap, Metîna û Avaşînê ku bi mehan amadekariya wê kiribû, dixwest ku bi teknîkê di demeke kurt de vê qadê dagir bike. Lê belê li berxwedaneke gerîla rast hat ku ne li bendê bû.

Der barê nakokiyên di navbera KCK û PDK’ê de jî Cemîl Bayik da xuyakirin ku li dijî PDK’ê nêzîkatiyeke wan ya neyînî nîne û got:

Cemîl Bayik: Li dijî PDK’ê ti nêzîkatiyên me yên neyînî tune ne

Ji ber têkiliya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re, PDK li dijî polîtîkayên qirkirinê û zextên dewleta Tirk gotinek bi tenê jî negotiye.

Divê PDK li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Kurdistanê helwestê nîşan bide. Ev êriş di heman demê de êrîşên ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê û tunekirina destketiyan hemûyan e.

Back to top button