Tirkiye Kurdan kîmyabaran dike..cîhan jî temaşe dike

Dewleta Tirkî ya dagirker tevî hebûna peymana 1997’an a ku hilberandin, depokirin û bikaranîna “çekên kîmyewî” qedexe dike jî, Kurdan di nava bêdengiyeke navdewletî de kîmyabaran dike. Li gorî raporeke Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD’ê), Tirkiyê ji 1999’an û heya 2011’an ve, 46 caran hêz û sivîlên Kurd kîmyabaran kirine.

Dewleta Tirkî ya dagirker tevî ku sala 1997’an 192 dewletan peymana qedexekirina hilberandin, depokirin û bikaranîna “çekên kîmyewî” îmze kiribû jî, der heqê Kurdan de li gelek deveran, gelek caran ev çek bi kar anîne.

ÎHD: Tirkiyê ji 1999’an heya 2011’an 46 caran kurd kîmyabaran kirine

Sala 2011’an “Bikaranîna Çekên Kîmyewî” ji aliyê Komeleya Mafên Mirovan ÎHD’ê ya Amedê ve hatibû eşkerekirin.

Li gorî wê:

Tirkiyeya dagirker ji sala 1994’an heyanî 2011’an ve, 46 caran “kîmyewî” li dijî gerîla û xwezayê bi kar anîbûn.

Di encamê de,

437 kesan jiyana xwe ji dest dabû û 134 lawir telef bûn.

Di sala 1999’an de nêzî gundê Ballikayayê yê navçeya Silopiyê ya Şirnexê 20 gerîla, 2009’an jî li navçeya Çelê ya Colemêrgê 8 gerîla bi “çekên kîmyewî” şehîd bûn.

https://bit.ly/3bEqV07 rapora ÎHD’ê

Tirkiyê 16 Sibata 2018’an gaza klorê bi ser gundê Erendê yê navçeya Şiyê ya Efrînê de barandibû.

Di encamê de,

6 sivîl bi giranî birîndar bûn.

2019’an jî di dema dagirkirinê de, Tirkiyê “kîmyewî” li dijî sivîlên Serê Kaniyê bi kar anîn.

Ji ber wê,

Mihemed Hemîd ê 13 salî rastî şewateke giran hat.

Dîmen û wêneyên van kîmyabaranan, hingê ji aliyê gelek ajansên herêmî û navdewletî hattin weşandin.

Guardian / EuroNews / The Times / Business Insider

Tevî vê, sûcên Tirkiyê hemberî 30 hezar Euro ji aliyê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî OPCW’ê hatin nixumandin.

Artêşa Tirk di 10 û heya 14 Sibata îsal de, li herêma Garê li dijî “kampa ku dîlên Tirk lê girtî bûn” kîmyewî bi kar anî.

Herî dawî jî, dagirkeriyê di çarçoveya êrîşên li ser Zap, Avaşîn û Metînayê de, li herêma Mamreşoyê ya çiyayên Zagrosê 7 gerîla bi kîmyewî şehîd xistin.

Fermandarê NPG Murat Karayilan li ser vê anîbû ziman ku Tirkiye tevî “kîmyewî” jî nekariye heya niha berxwedana gerîla têk bibe û yek gavê pêşde bikeve.

Herçendî bangên navdewletî li dijî bikaranîna Tirkiyê bo çekên kîmyewî li dijî Kurdan bilind dibin, dagirkerî hêj van hovîtiyan li ber çavên NY, YE mirovahiyê pêk tîne bê ku ti kes hesaban jê bixwaze.

Back to top button