HPG: Li herêma Xakurkê herî kêm 6 leşkerên Tirk yên dagirker hatin kuştin

Çalakiyên gerîlayên HPG’ê û YJA Starê ji hewayî û bejahî li dijî artêşa Tirk a dagirker dewam dikin.
Gerîlayan vê care li herêma Xakurkê derbeke giran li dagirkeran dan.
HPG’ê ragihand di encama çalakiyan gerîlayan a li dijî wesayîteke zirxî de herî kêm 6 leşkerên Tirk yên dagirker hatin kuştin.

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bersivên tund didin êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk yên li ser başûrê Kurdistanê.

Her wiha li bakurê Kurdistanê jî çalakiyên li dijî artêşa Tirk a dagirker dewam dikin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê şer û çalakiyên gerîlayan de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir Hêzên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal; di şeva 18-19’ê Gulanê de bi du balafiran li 8’êmîn Fermandariya Jet a Bingehîn a li Amedê ya artêşa Tirk a dagirker, xistin û ev agahî parve kir,

“Bi balafira destpêkê li avahiyekê hate xistin ku pîlotên dagirker û personelên hêzên hewayî yên Tirk tê de bûn.
Balafira duyemîn jî li cihê ku balafirên şer tê de bûn xist. Ev herdu çalakî bi rengekî serketî pêk hat û di encamê de li Fermandariya Baregeha Jet ya Bingehîn a dagirkeran teqînên mezin pêk hatin. Hejmara dagirkerên hatin kuştin nehate zelalkirin.”

HPG’ê da zanîn di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de 18’ê Gulanê li herêma Xakurkê, li dijî wesayiteke zirxî ya artêşa Tirk a dagirker bi rêbaza sabotajê çalakî hate lidarxistin.

Hat diyar kirin di vê çalakiyê de wesayit bi temamî hate îmhakirin, herî kêm 6 dagirkerên tê de hatin kuştin.

HPG’ê destnîşan kir ev çalakî ji bo bîranîna Şehîdên Meha Gulanê hate lidarxistin.

HPG’ê diyar kir di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de jî 18’ê Gulanê li herêma Metînayê li dijî dagirkerên li ser Girê Azad bi çekên giran çalakiyek hate lidarxistin. Hat diyar kirin hejmara dagirkerên hatin kuştin û birîndarkirin nehate zelalkirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir artêşa Tirk a dagirker bi helîkopteran û balafirên şer êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê kir.

Hat diyar kirin 19’ê Gulanê Girê Zendûra, qada koordînê û Derarê yên herêma Metîna, Herêma Zap, qada Mamreşo ya herêma Avaşînê hatin bombebaran kirin.

Hat gotin ji ber êrîşan tiştek bi hêzên gerîla nebuye.

Back to top button