Hewlêr..di navbera kurdên Rojhilatê Kurdistanê û hêzên ewlehiyê alozî derket

Li ber deriyê Nûnertiya NY’yê ya li Hewlêrê, di navbera welatiyên Rojhilatê Kurdistanê û hêzên ewlehiyê, alozî derket.

Ji bo piştgiriya ciwanê bi navê Mihemed yê ji Rojhilatê Kurdistanê ku di 18’ê Gulanê de li ber Nûnertiya NY ya Hewlêrê agir berda bedena xwe, hejmarek zêde ji kurdên Rojhilatê Kurdistanê li ber nûnertiya NY’ê kom bûn.

Piştî ku beşek ji Kurdên Rojhilatê Kurdistanê xwestin bikevin nûnertiyê NY’yê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin asteng kirin û alozî derket.

Çalakgeran diyar kirin ku hêzên ewlehiyê li jinekê dan.

Çalakgeran ragihandin heta ku mafê wan neyê dayîn wê li ber Nûnertiya NY neçin.

Back to top button