Istixbarata Îranê: Li Urmiyê 4 kes ji bo ku nerawestiyane hatin kuştin

Wezareta Istixbaratê ya Îranê li xwe mukir hat ku li bajarê Urmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê 4 kes bi îdiaya ku nerawestiyane kuştine.

Li gorî agahiyên Rêveberiya Wezareta Istixbaratê ya Îranê dane medya Îranê ji van 4 kesan du kes li nav bajarê Urmiyê û 2 kes jî li bajarê Xoyê bi destê endamên wan hatine kuştin.

Rêveberiya Wezareta Istixbaratê idîa kir ku wan kesan xwe radestî wan nekiriye û di dema şer kirine hatine kuştin.

Têkildarî cih, dem û navê wan kesan ti agahî nehatin dayîn.

Wezareta Istixbaratê ragihand ku ji derveyî van 4 kesan hêzên wan 28 kesên din li Urmiyê binçav kirine ku ew jî weke ‘provakator’ bi nav kirin.

Rêveberiya Wezareta Istixbaratê ya Îranê bêyî ku qala hûrgiliyên wê bike îdia kir ku torekî sîxorî ya girêdayî welatên cîhanê jihevxistine.

Back to top button