DANÎMARKA: TEVÎ HER TIŞTÎ EM AMADENE DAIŞ’IYÊN XWE BIGRIN

Piştî ku şervanên QSD’ê serkeftina li dijî çeteyên DAIŞ’ê ragihand, çav zivirîn li ser DAIŞ’î yên girtî.
Danîmarka ya ku ev demek dirêj bû; li ser mijarê xwe bêdeng kiribû, helwesta xwe nîşan da.
Wezîrê Edaletê yê Danîmarkayê têkildarî DAIŞ’î yên ji Danîmarkayê, axivî û got;
Li cihê vegera wan ya li Danîmarkayê min dixwest ew li Sûrî werin kuştin.
Her wiha QSD û rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûrî jî daxwaza dadgeheke navnetewî ya li Bakurê Sûrî dike.

Di 23 Adarê de Fermandariya Giştî ya QSD’ê bi daxuyaniyekê serkeftina li dijî çeteyên DAIŞ’ê ragihand.

Di serkiftina têkbirina çeteyên DAIŞ’ê de bi hezaran çete jî hatin girtin.

Ji van zêdeyî hezar tenê biyanî ne.

Di rojeke ku dadgehkirina van çeteyan bûye rojev, Wezîrê Edaletê yê Danîmarkayê Söre Pape Poulsen gotineke ku rê li pêşiya nerazîbûnên muxalefetê veke, kir.

Söre Pape Poulsen got;

Li cihê vegera van çeteyan ji bo welat, mirina wan a li Sûrî baştir bû.

Wezîr di heman demê de diyar kir ku ew amade ne van çeteyan ji QSD’ê bigrin.

Gotinên Poulsen rastî bertekên muxalefetê hat.

Li gorî îstixbareta Danîmarkayê ji sala 2012’an ve nêzî 150 kes derbasî Sûrî û Irakê bûne.

Ji 3’an yekê van jî careke din li welat vegeriyane.

Hat gotin ku niha li Sûrî 40 welatiyn Danîmarkayî ku tevlî çeteyên DAIŞ’ê bûne û ji van 10 hatin girtin.

QSD: JI BO ÇETEYAN DIVÊ DADGEHEK NAVNETEWÎ LI BAKURÊ SÛRÎ BÊ AVAKIRIN

Hêzên Sûriya Demokratîk jî pêşniyar kiribû ku dadgeheke navnetewî ji bo van çeteyan li bakurê Sûrî were avakirin.

Beriya niha jî QSD’ê metirsiya hêjmara DAIŞ’iyan bi bîr anîbû û ji bo dadgehkirina wan jî hişyarî dabû.

Ev pêşniyara QSD’ê di heman demê de ji aliyê Serokê DYA Donald Trump ve hî hatibû kirin.

Leave a Reply

Back to top button