Biryara PE wê bandoreke çawa li ser Tirkiyê bike

Biryara Parlamentoya Ewropa careke din Ewropa û Tirkiye aniye pêşberî hev. Bi biryarê re ger dewleta Tirk ji polîtîkayên xwe yekser bipaşde neavêje PE daxwaza rawestandina peymanên bi Enqerê re dike.

Gelo ev biryar tê çi wateyê? Çawa dikare danûstandinên endamtiya tam, bi fermî were rawestandin?

Biryara ku ji aliyê Parlamentoya Ewropa (PE) ve derketî ne mecbûrî ye.

Tenê di warê pêşniyar de ye.

PE nikare biyara rawestandina endamtiya Tirkiyê bide.

Salên derbasbûyî jî heman pêşniyar kiribû.

Rawestandina endamtiyê tenê bi pêşniyara Komîsyona Yekîtiya Ewropa û biryara Meclisa Yekîtiya Ewropa gengaz e.

Ger pirsgirêk di Konseya Yekîtiya Ewropa de were rojevê, ji bo rawestandina danûstandinan pêdivî bi piraniya dengan heye.

Ger ev yek pêk hat, wê demê gengaze ku danûstandin were rawestandin.

Lê gelek welatên Yekîtiya Ewropî nealîgirê rawestandina fermî ya danûstandinanin.

Ev welat jî difikirin ku piştî vê yekê wê têklî bi carekê de xera bibin.

Danûstandinên endamtiya Tirkiyê ya ji bo Yekîtiya Ewropa 3 Cotmeha 2005’an dest pê kir.

Di çarçoveya danûstandinên endamtiyê de, destkeftiyên Yekîtiya Ewropî di bin 35 mijarî de nirxandin.

Di rewşa heyî de, 16 danûstandinan ji bo endamtiya Tirkiyê hatiye kirin û yek jî ji bo demkî hatiye rawestandin.

14 jî ji ber astengiyên siyasî yên Konseya YE û Qibrisa Başûr hatin asteng kirin.

Ji ber ku ne PE biryar dide ku danustandinên endamtiya Tirkiyê werin rawestandin, ev biryar dê bandorek berbiçav li têkiliyên heyî yên bi Tirkiyê re neke.

Back to top button