Efxanistan..Leşkerên DYA ji baregeha asmanî ya Bagram vekişiyan

Piştî vekişîna nêzî 20 salan, tenê bermahiyên leşkerên DYA li Efxanistanê dimîne.
Bi vekişîna Leşkerên DYA ji Baregeha Asmanî ya Bagram re tenê bermahiyên wan ma.
Efxaniyên li herêmê jî li baregehê geriyan.

Baregeha Asmanî ya Bagram, barageha herî dawî ya leşkerên DYA doh jê vekişiya ne.

Xwediyê depoya hesin Mihemed Cawîd jî ji vekişîna leşkerên Amerîka neraziye.

Cawîd dibêje, wan ziyaneke mezin ji ber vekişînê dîtiye.

Ew niha hesinên heyî parçe dikin û hewil didin bifiroşin.

Gelek kes jî ji bo kirîna van pêdiviyan berê xwe daye, baregehê.

Xwediyê depoyek din Hemîdulah Nasrî jî dibêje ji ber vekişînê wan ziyanek mezin ya madî dîtine.

Pêwsitiyên ku wan bi bihayê navbera 50-70 hezar dolar digirt de, niha 2-3 qatê wê yê kêmtir difiroşin.

Serokê DYA Joe Biden di Nîsanê de ragihandibû ku heta 11’ê Îlona 2021’an wê tevhî hêzên xwe ji Efxanistanê vekişînin.

Her çiqasî vekişînê despê kiriye jî lê heta niha li ser jimara leşkerên hatine vekişandin ti agahî nehatine parvekirin.

Back to top button