Rêxistinên Fransayê ji bo piştgiriya PKK’ê kampanya dan destpêkirin

Rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî yên Fransayê ji bo ku PKK ji lîsteya ‘rêxistinên terorîst’ a Yekîtiya Ewropayê bê derxistin, kampanya destpêkirin.

Gelek rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî yên ku di bin banê Kolektîfa Piştgiriya bi Kurdistanê re hatin ba hev, û bang li civaka navneteweyî kirin.

Rêxistinên Fransayê gotin ku berxwedana gelê Kurd wan hemûyan eleqedar dike, qanûnîbûna PKK’ê deynekî wan e divê bidin gelê Kurd.

Kolektîfa Piştgiriya bi Kurdistanê re diyar kir ku PKK’ê ji bo berxwedana dijî hovîtiya dewleta Tirk ava bûye û ew xwedî projeyeke siyasî ye ku ew jî xwe dispêre nirxên mirovî.

Hat diyar kirin bi fedakariyên mezin şervanên PKK’ê ji bo ku dinyayê ji çeteyên DAIŞ’ê biparêzin, xwe kirin mertalên zindî.

Kolektîfa Piştgiriya bi Kurdistanê diyar kir ku cihgirtina PKK’ê di lîsteyê de heqaret e li gelê Kurd û bang li serokên Fransa û Ewropayê kirin ku li hemberî pergala dîktatoriyê ya dewleta Tirk cezayên şênber bidin.

Back to top button