ÎHD’Ê RAPORA BINPÊKIRINA MAF Û KARÊN HILBIJARTINÊ EŞKERE KIR

Komeleya Mafê Mirovan a Tirkiyê ÎHD’ê rapora şandeya xwe ya şopandina hilbijartinê ya serbixwe eşkere kir.
Di raporê de wiha hat gotin:
Li Tirkiyê êdî binpêkirina maf û karên hilbijartinê gihiştine astek kirîtîk.
Lewra hilbijartina Herêmî wê ne li gorî pîvana hilbijartina rast, wekhev û demokratîk pêk werin.

Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Rapora Şandeya Şopandinê’ ya li ser binpêkirina maf û karên hilbijartinê yên beriya hilbijartinên Herêmî rû dane, eşkere kir.

Rapor li avahiya Navenda Giştî ya komeleyê bi beşdariya endamên Desteya Rêveberiya Navendî hate eşkerekirin.

Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan rapor xwend.

Di raporê de wiha hat gotin:

Li gorî şopandina me gelek rexne hene, li gorî wan rexneyan wê hilbijartina Herêmî li gorî pîvana hilbijartina rast, wekhev û demokratîk pêk neyê.

Taybetmendiyeke din a vê hilbijartinê ew e ku 94 jê Şaredariyên DBP’yî li 101 şaredariyan qeyûm hatine bicihkirin.

Turkdogan ragihand, li gorî pîvanên Rêxistina Hevkarî û Ewlekariyê ya Ewropayê, binpêkirin û hîleyên heta niha di kampanya hilbijartinê de hatine kirin bi raporekê berhev kirine.

Xalên sereke ya raporê wiha hatine rêzkirin:

9’ê Sibata 2017’an bi biryarnameya Rewşa Awarte re erka Desteya Bilind ya HilbijartinanYSK a li ser televîzyon û radyoyê hate rakirin, û bi vî rengî qenalên televîzyonê û radyo hemû giranî dan ser partiya desthiladar.

Biryara guhartina cihê sindoqan û bitaybet li Rojhilat û Başûrê rojhilatê welat bandor li 98 hezar hilbijêrî bike.

Bi zêdekirina bendekê li qanûna hilbijartinê re pisûlayên dengan ên bêmohr jî derbasdar tê hesibandin.

Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan daxuyanî wiha domand:

Partiya desthilatdariyê ‘Agahî û daneyên veşartî yên di asta îstîxbaratê de li hin saziyên çapemeniyê yên ku xizmeta desthiladaran dike tê belavkirin.

Partiyên di nava Tifaqa AKP / MHP’ê de cih digirin, derfetên saziyên cemaweriyê bi kar anîn, lê partiyên din nekarîn ji vê sûdê werbigirin.

Leave a Reply

Back to top button