Artêşa Tirk tank û çekên giran derbasî herêma Idlibê kir

Artêşa Tirk bi derbaskirina Tank û çekên giran hêzên xwe ya li Idlibê zêde dike.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku vê sibehê, artêşa dewleta Tirk kerwanekî leşkerî di deriya Kefer losîn derbasî herêmê kir.

Kerwanê ku ji tank û erebeyên bi çekên giran û zirxî pêk tê, ber bi baregeha leşkerî ya Taftanaz a li başûrê Idlibê ve çû.

Li Idlib û Hemayê şerê hêzên hikmeta Şamê û çeteyan didome

Li aliyekî din hêzên hikumeta Şamê herêmên çeteyan yên li Cebel El-Zawiyê li başûrê Idlibê û ên Sehil Xab a gundewarên Hemayê topbaran kirin.

Çavdêriya diyar kir ku çeteyên Tirkiyê duh baregehên hikumetê yên li bajarê Kefernobil a başûrê Idlibê topbaran kirin.

Back to top button