Li Strasbourga Fransayê çalakiya rûniştinê dewam dike

Kurd û dostên xwe li Ewropayê çalakiyên li dijî êrîşên dewleta Tirk yên ser Başûrê Kurdistanê didomînin.
Li bajarê Strasbourgê yê Fransayê, çalakiya rûniştinê ku li dijî êrîşên dagirkeriyê û tecrîdê hatiye destpêkirin dewam dike.

Çalakiya rûniştinê bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) û Kongreya Civaka Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) 12’ê gulanê dest pê kir.

Çalakî di çarçoveya pêngava “Li dijî dagirkerî û qirkeriyê her der Avaşîn, Zap û Metîna ye. Dem dema azadiyê ye” tê lidarxistin.

Di hefteya duyemîn de çalakî bi koma ji 25 kesan a ji Almanya û Swîsreyê tê meşandin.

Jinên KNK’ê bang li welatên endamên NATO’yê kir ku destwerdanê bikin

Jinên ku endamên KNK’ê ne li pêşiya Wezareta Karê Derve ya Almanyayê bal kişandin ser êrîşên Tirkiyê ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û dosyeyek pêşkêş kir.

Jinan bang li welatên endamên NATO’yê kir ku bila destwerdanê dijî êrîşên Tirkiyê bikin.

Her wiha li gelek bajarên Fransa, Swêd û Almanyayê jî Kurd û dostên xwe bi çalakiyan êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin û berxwedana gerîla silav kirin.

Li Ewropayê berxwedana gerîla hat silavkirin

Back to top button