Li Antartîka parçeya herî mezin a qeşayê cuda bû

Di demên dawiyê de bi helîna qeşayê re, rewşa avhewayê careke din di rojeva cîhanê de ye.
Herî dawî li Antartîka bi qasî nîva Grava Korsîka parçeya herî mezin ya çiyayê qeşayê qut bû.

Ajansa Feza ya Ewropa (ESA) ragihand ku li bakur-rojavayê Antartîka parçeya mezin ya qeşayê ku qut bûyî, ber bi Deryaya Weddell ve diçe.

Ajansê parçeya qeşa ya ku 4 hezar û 320 kîlometre mezine bi rêya dimenên ji fezayê girtî li ser malpera xwe bi raya giştî re parve kir.

Parçeya qeşa ya navê “A-76” lê hate kirin170 kîlometre dirêj û 25 kîlometreyan jî pehne.

Beriya niha parçeya herî mezin ya qeşayê ku qut bûyî “A-23A” bû.

Ew jî herêmeke 3 hezar û 380 kîlometre li xwe girtibû.

Zanyar jî sedema qutbûna parçeyên qeşa bi rewşa germahiyê ve girê didin.

Back to top button