RUH Û SEKNA LEHENG A HEVRÊ EGÎD YEKANE GARANTIYA AZADIYÊ YA GELÊ ME YE

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) bi daxuyaniyeke nivîskî hefteya Lehengiyê pîroz kir û wiha gotin:
“Ruh û sekna leheng a hevrê Egîd yekane garantiya azadiyê ya gelê me ye.
Hevrê Egîd lehengekî rasteqîn e ku wê timî ji aliyê gelê me ve bê bîranîn.”

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) li ser Hefteya Lehengiyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Fermandariya NPG’ê diyar kir ku jiyana azad ji bo gelan rûmeta herî mezin û helwesta herî bedew e.

Fermandariya NPG’ê di daxuyaniya xwe de wiha gotin:

Gelê Kurdistanê , ji 21’ê Adarê roja çalakiya lehengiya mezin a hevrê Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan ,

heta 28’ê Adarê roja şehadeta fermandarê nemir hevrê Mahsûm Korkmaz bi nasnav Egîd li Çiyayên Gabarê weke ‘Hefteya Lehengiyê’ pîroz dikin.

Van lehengên ku xwe feda kirine û bi nivîsandina destanên lehengiyê serketin misoger kirine bi bîr tîne.

Sekna leheng a fermandar Egîd ku di şerê hebûnê yê gelekî li ber tinebûnê de kir , gelê me ji helandinê rizgar bibe û ji nû ve veje.

Mîrateya ku wî ji me re hişt, rastiya civak û kesayetên ku ji bo azadiyê şer dikin afirand.

Bi deh hezaran ciwanên dan ser şopa wî bi baweriya ji serketinê tevlî têkoşînê bûn.

Fermandarê mezin ê Pêngava 15’ê Tebaxê Egîd ew yek ji hîmên bingehîn ên serketina vê berxwedanê ye.

Li ser bingeha ruhê lehengiyê yê fermandar Egîd îro gelê Kurdistanê di şexsê DAÎŞ’ê de derbeke girîng li paşverûtiya dinyayê xistiye.

Ew lehengekî rasteqîn e ku wê her timî ji aliyê gelê me ve bê bîranîn.

Fermandariya NPG’ê îşret bi grevên birçîbûnê li çar perçên Kurdistanê û li dervî welat kir û wiha dewam kir:

Li dijî sîstema tecrîdê ku rejîma AKP-MHP a mêtinger qirker li ser Rêber Apo ferz dike, greva birçîbûnê fedayîbûna di vê pêngavê de derkete holê leheng afirand.

Di Hefteya Lehengiyê ya 2019’an de ruhê Egîdan bilind kir û ji niha ve mizgîniya serketinê da.

Leave a Reply

Back to top button