Li Tahranê bi hezaran kes li dijî Îsraîlê xwepêşandanek li dar xistin

Di demeke ku cihan ber bi dualiyê ve diçe, alîgirên Filistîn û Îsraîlê li qadanin.
Welatên Rojhilata Navîn di nav de, li parzemîna Ewropa, Asya û Amerîka xwepêşandan hatin lidarxistin.
Alîgirên Filistîn Îsraîl û yên Îsraîl jî Filistînê ji aloziya heyî sûcdar dikin.
Ya diyar ger di demek kin de aloziya heyî kêm nebe, hêrsa alîgirên Filistîn û Îsraîlê yên ji derve wê wisan bi çalakiyan dewam neke.
Û rewş wê aloztir bibe.

Hêrsa herî mezin ya li dijî Îsraîlê weke her demê ji Îranê derket.

Paytexta Îran Tahran bi alên Filistînê hatin xemilandin û bi hezaran kes li hev kom bûn.

Îraniyan, Îsraîl weke dewleta teror binavkirin û hêrsa xwe nîşan dan.

Di xwepêşandanê de, ala DYA û Îsraîlê ji aliyê çalakvanan ve hate şewitandin.

Li bajarên Keraçî û Lahore piştevaniya bi Xeza re hebû

Yek ji welatên din yê herî zêde hêrsa li dijî Îsaîlê lê zêde Pakistan bû.

Bi hezaran Pakistaniyên li bajarên Karaçî û Lahore li qadan bûn.

Hêrsa Pakistaniyan ji her demê zêdetir bû.

Tunisî ji bo piştevaniya bi Filistînê re meşiyan

Li Tunisê jî heman dimen hebû.

Bi hezaran kesî meşek lidarxistin û hêrsa li dijî Îsraîlê nîşan dan.

Li Brûkselê alîgirên Filistînî li qadan bûn

Ev der jî paytexta Belçîka Brûksele.

Bi sedan alîgirên Filistînê bi çalakiyekê xwestin piştevaniya Filistînê bikin.

Li bajarê Santiago yê Şîlî ji bo Filistînê çalakî hebû

Li parzemîna başûrê Amerîka jî çalakiyên piştevaniyê hebûn.

Li Şîlî bi sedan kes li bajarê Santiyago kom bûn û piştevaniya xwe ya bi Filistînê re nîşan da.

Îsraîlî li paytexta DYA Waşîngtonê piştevaniya Tel Evîvê kirin

Li paytexta DYA Waşîngton DC jî alîgirên Îsraîl li qadan bûn.

Komeke alîgirên Îsraîlî bi hildana ala welat piştevaniya xwe ya ji bo Tel Evîvê nîşan dan.

Îsraîliyan li vir komên Filistînî ji aloziya heyî tewambar kirin.

Back to top button