Şehîd Xelîl Şêx Elî li Kobanê hat oxirkirin

Bi sedan şêniyên Kobanê cenazeyê şervanê QSD’ê Xelîl Şêx Elî bi merasîmekê li goristana Şehîd Dîcle spartin axê.

Şervanê QSD’ê Xelîl Şêx Elî (Rustem Cûdî) ji gundê Toqelî yê Kobanê ye di 17’ê Gulanê de dema erka xwe ya leşkerî bi dih dianî şehîd bû.

Îro bi tevlêbûna bi sedan şêniyên kantona Kobanê cenazeyê şehîd bi merasîmekê li goristana Şehîd Dîcle hate veşartin.

Li goristanê piştî deqeyek rêzgirtin axaftin ji aliyê Meclisa Têkiliyên Giştî ya PYD’ê ya Herêma Firatê û Meclisa Malbatên Şehîdan ve hate kirin.

Kesên axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û soza şopandina riya şehîdan dan.

Piştî axaftinan nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Cenazeyê şehîd di nava diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan re û tiliyên dayikan de hate veşartin.

Back to top button