Li dijî bingehên asmanî yên Tirkî êrîş pêk hatin

Di saetên şevê de li bajarê Êlih û Şirnexê li dijî navendên leşkerî yên artêşa Tirk êrîşên asmanî pêk hatin.

Li gorî agahiyên ji herêmê, di saetên şevê de li navenda Şirnexê dengê teqînek mezin hate bihîstin.

Teqîn li devera ku 23’emîn Fermandariya Tumen a Sînor a Jendermeyên Tirkî lê ne, pêk hatiye.

Hemwextî Êrîşa Şirnexê, li bajarê Êlihê jî li dijî Fermandariya Garnîzon a Hewayî ya Êlihê 3 teqîn li ser hev çêbûn.

Hat diyarkirin, êrîş li dijî baregeha balafirên bêçek ên bê mirov ên bi navê ÎHA û SÎHA’yên artêşa Tirkiyê çêbûye.

Walîtiya Êlihê diyar kir ku êrîş di saet 23.10’an de li hemberî balafirgeha leskerî, bi 3 balafirên makêt hatiye kirin û ti ziyan çênebûye.

Back to top button