Arî Hersîn: PDK li beramberî Tirkiyê nikare tiştekî bike

Endamê Serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Arî Hersîn, têkildarî dagirkeriya dewleta Tirk û bêdengiya partiya xwe li beramberî dagirkeriyê diyar kir ku “PDK nikare li beramberî Tirkiyeyê tiştek bike û Tenê rêyek ji bo rûbirûbûna dagirkeriyê heye, ew jî yekîtiya Kurdan e.”
Her wiha Cîgira Hevserokatiya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Tara Hisên daxwaz ji hêzên kurdî kir ku bi hev re ji bo parastinê, eniyekê ava bikin.

Ev nêzî mehekê ye dewleta Trik a dagirker li dijî xaka Başûrê Kurdistanê dest bi êrîşên berfireh kiriye û piraniya aliyê Başûrê Kurdistanê bêdeng in.

Endamê Serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Arî Hersîn, têkildarî mijarê ji ajansa Rojnewsê re axivî.

Arî Hersîn diyar kir ku ti hêza partiyan nîne li dijî dagirkeriyê rabin, PDK jî nikare li beramberî Tirkiyeyê tiştek bike. Lewre Tenê yekîtî dikare bibe bersiv.

Arî Hersîn: Sedema neyekîtiyê, berjewendiyê siyasî ye

Hersîn nepêkanîna yekîtiyê bi “berjewndiyên siyasî û astangiyên hin welatan” ve girêda û got:

Dema ku gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê ji aliyê rejima Baas ve dihat kimyabarankirin, li aliyên din ên Kurdistanê zext li ser partî û gelê kurd ji aliyê rejîmên serdest ve pêk dihat, di wê demê de me nekarî em eniyek yekgirtî avakin. Vêca niha rewş aloztir bûye.

Arî Hersîn: Ji ber êrîşên Tirkiyê, Başûr di metirsiyê de ye

Endamê Serkirdayetiya PDK Arî Hersîn teqez kir ku niha Başûrê Kurdistanê ji ber êrîşên dewleta Tirk “ku rêzê ji serweriya herêmê re nagire” di rewşeke metirsîdar de ye.

Tevgera Azadî ya Kurdistanê: Ji bo parastinê, eniyekê ava bikin!

Ji aliyê xwe ve Cîgira Hevserokatiya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Tara Hisên jî di heman çarçoveyê de daxwaz ji hêzên kurdî kir ku bi hev re ji bo parastinê, eniyekê ava bikin û got ku di navbera welatparêzî û dagirkeriyê de ti kes nikare bêje ez bêalî me.

Back to top button