Dewleta Tirk ji bo şerê bi Kurdan re çeteyan dixe rêzên pêşîn û bi kar tîne

Endamê KNK’ê yê li Rojava Silêman Hac Elî derbarê veguhastina Tirkyê ji çeteyan re da ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê şer bikin, hişyarî da, û bang li aliyên kurdî kir ku li dijî êrîşan bi kongrekî netewî, xwedî yekhelwestbin.

Endamê Kongireya Netewî ya Kurdistanê -KNK li Rojava, Silêman Hac Elî derbarê rêbazê dagirkeriyê yê Tirkyê wiha dibêje:

Dewleta Tirk çeteyên ji Sûriyê yên ku li Lîbya û Qerebaxê da şerkirin niha dişîne Başûrê Kurdistanê li dijî gerîla dide şerkirin.

Tirkiye ji bo têkçûna xwe ya li Garê, Heftanîn û niha jî li Metîna, Avaşîn û Zapê veşêre van çeteyan dişîne.”

Hac Elî da zanîn ku dewleta Tirk bi van çeteyan wê li hember vîna gerîla bi ser nekeve.

Hac Elî bang li hemû kurdan taybet jî hikûmeta başûr kir ku li dijî dagirkeriya Tirkiyê xwedî helwest be.

Her wiha Hac Elî li dijî êrîşan banga lidarxistina kongreyek netewî kir.

Back to top button