Ji bo xebatên jinan ji nêz ve bişopînin berê xwe dan Şengalê

Sîwana Meclisa Jinên Êzidî ya Ewropayê, ji bo ku xebat û rewşa gelê Şengal û bi taybet ê jinên li Şengalê ji nêz ve nas bikin Serdana Şengalê kir.

Sîwana Meclisa Jinên Êzidî yên Ewropayê ev 3 roj e, ji bo nasîna xebat û rêxistina gel û jinan sazî bi sazî li Şengalê digerin.

Endamên Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Şandeya Sîwan Meclisa Jinên Êzidî yên Ewropayê di nava xwezaya Şengalê de civiyan.

Endama TAJÊ Hena Elyas kêfxweşiya ji ber serdana jinan anî ziman û xwest ku tevahî jin ji bo bikaribin li beramberî pergala qirêj azad bijî, di nava rêxistinên jinan de cih bigirin.

Berdevka Siwana Meclisa Jinên Êzidî yên Ewropayê Nurê Al-kiş jî têkildarî serdanê anî ziman ku wan xwestiye hêza jina Şengalê hest, bawerî, rêxistin û xebatên wan ji nêz ve bibînin.

Nurê diyar kir ku armanca wan hem nasîn hem jî pilansaziyeke hevbeş di navbera TAJÊ û Sîwanê de dana avakirin e.

Nûrê her wiha destnîşan jî kir ku dê çawa bikaribin jinan rêxistin bikin, pirskirêkên heyî derbaz bikin û xwe bi hêztirbikin, li ser van babetan niqaş û guftogoyên em çêdibin.

Nisan Elî ya Şengalî jî got: Divê em yekbûn û xebatên xwe berfirehtir bikin.

Back to top button