Roja sêymîn ji rûniştina duyemîn a ‘Doza Kobanê’ dest pê kir

Rûniştina duyemîn a ‘Doza Kobanê’ ya li dijî HDP’ê li Dadgeha Enqereyê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê di roja sêyemîn de dewam dike.
Parêzeran di rûniştinê de dozname weke fermanekê bi nav kir û ji heyeta dadgehê xwestin weke hiqunas tevbigerin.

Rûniştina duyemîn a ‘Doza Kobanê’, ku Hevserokên berê yên HDP’ê, endamên Desteya Rêveberiya Navendî û rêveberên HDP’ê jî di nav de 108 siyasetmedar tên darizandin, di roja sêyemîn de dewam dike.

Parêzeran, parlamenterên HDP’ê jî tevlî rûniştinê bûn.

Gelek parêzer jî bi rêya Sîstema Deng û Dîmen tevlî rûniştinê bûn.

Ji Delegasyona Tirkiyê ya Yekîtiya Ewropayê hin pispor û nûnerên dîplomatîk ên welatên Yekîtiya Ewropayê dozê dişopînin.

Hevserokê berê yê HDP’ê Selahedîn Demîrtaş û Hevseroka berê ya DBP’ê Sebahat Tûncel ên dîlgirtî, bi hincet tevlî nebûn.

Di destpêka rûniştinê de parêzeran daxwaza vekişîna heyeta dadgehê kirin.

Parêzer Cemîle Tûrhalli Balsak anî ziman ger heyet venekişe, ew ê dosyayê bişînin dadgeheke bilindtir ji ber dadegeha heyî bi rengekî alîgir nêzî vê dozê dibe.

Parêzeran dozname weke ferman bi nav kir

Parêzeran di parastina xwe de destnîşan kir ku di rûniştinekê de bêyî parêzeran îfadeyên şahidan hatiye wergirtin.

Parêzeran diyar kir ku di rûniştinê de darizandin di bin çekan de tê kirin û weke şanoyekê bi nav kir.

Parêzerên siyasetmedarên girtî ji heyetê xwest ku weke hiquqnas tevbigerin û diyar kirin ku ev dozname bi xwe ferman e.

Parêzeran da zanîn ku dadgeh pir bilez dike û dîrokên rûniştinê hatin dayîn beyî ku demên wan tije bibin.

Parêzeran destnîşan kir ku ev doz dozek siyasî ye û wê di dosyeyê de rastî derkevin û ji bo rastî derkevin divê zemîn were amadekirin.

Back to top button