LI GIRÊ SPÎ JI ALIYÊ SEDAN VE HATIN OXIRKIRIN

Bi sedan şêniyên kantona Girê Spî 2 şervanên Hêzên Erka Xweparastinê bi merasîmekê li goristana şehîd Mehmûd Temê oxirkirin.

Şervanên Hêzên Erka Xweparastinê Salih Xelef

û Xelîl Mehmûd dema bi erka xwe ya leşkerî radibû, ji aliyê komên çete li Minbicê, şehîd bûn.

Bi sedan şêniyên kantona Girê Spî piştî wergirtina cenazeyên her du şehîdan bi karwanekî ber bi goristana şehîd Mehmûd Temê ve ketin rê.

Li goristanê piştî merasîma leşkerî li ser navê Hêzên Erka Xweparastinê û Meclisa Malbatên Şehîdan axaftin hatin kirin.

Kesên axivîn teqez kirin ku bi saya xwîna şehîdan herêm di nava aramiyê de ye.

Cenazeyê cangoriyan di nava slogan û tililiyên dayikan de hatin oxirkirin.

Leave a Reply

Back to top button