Li gundewarê Minbicê 3 çete hatin kuştin

Artêşa Tirk û komikên xwe yên çete cardin êrîşî herêmê kirin û gundê Çat ê bakur-rojhilatê Minbicê kirin armanc.

Navenda Çapemeniyê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku komên çeteyên Tirkiyê duh êvarê hewl dan nuqteyên Meclisa Leşkerî ya Minbicê ya li gundê El-Çat ê bakur-rojhilatê bajar dagir bikin.

Şevanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê hewldanên çeteyan têk bir, şer derket û di encamê de 3 çete hatin kuştin.

Navenda Çapemeniyê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê diyar kir çete ji bo kuştiyên xwe bigrin gundê El-Çat û El-Hoşeriyê bêserêber topbaran kirin.

Leşkerê Tirkiyê zeviyê beravê yê dêrikê şewitandin

Li aliyekî din, artêşa tirk a dagirker gule avêtin ber bi zeviyên gundê Çem Şeref yê bi ser herêma Beravê ya Dêrikê, di encamê de agir bi zeviyên çandiniyê ket.

Erebeyên agirkujê, ji ber guleyan nekarîbûn bighêjin cihê şewatê û di encamê gelek dar şewitîn.

Back to top button