Tîma destwerdana destpêkê li bajarê Reqayê 304 cenaze ji goristana Fexîxê derxistin.
Cenazeyên hatine derxistin jî piraniya wan jin û zarok in.
Goristana Fexîxê li başûrê baregeha Telaî Baas a berê ye.
Ev gortistan nêzî 20 donim fireh û ji 4 beşan pêk tê.
Heta niha kar li ser 2 beşan hatiye kirin.
Ev goristan yek ji 8 gorên din ên komî ye ku ta niha hatine eşkerekirin.
Beriya niha jî di vê goristanê de 4 cihên komî hatine dîtin.
Li ser mijarê Yasir Xemîs berpirsê tîma destwerdana destpêkê axivî û got;
Ji 9`ê Çileyê ve me dest bi kar kir, ew yek jî li ser daxwaza şênî û meclisên herêmî bû.
Xemîs da zanîn ku wan gelek cenazeyên ku nasnameya wan naskirine û ew radestî malbatên wan kirine.