“Dê Iraq 100 malbatên xwe yên li Kampa Holê werbigre”

Piştî civîna Genarelê Amerîkî Firank Mckenzy bi berpirsên Iraqî re, diyar kir ku hefteya bê wê hikûmeta Iraqê malbatên xwe yên di Kampa Holê de werbigirin.

Generalê Amerîkî Firank Mckenzy diyar kir ku ev gav dê metirsiya belavbûna terorê li Kampa Holê kêm bike.

Her wiha Makenzy destnîşan kir ku bi vegerandina penbarên Iraqî re wê derî ji gelek dewlatan re veke da welatiyên xwe ji werbigirin..

Li gorî ajansa El-hurra Mckenzy serdana Sûrî jî kir di serdanê de got dê hikumeta Îraqê 100 malbatên xwe yên di Kampa Holê de veguheze welêt.

Mazlûm Ebdî: Em bi serdana General Calvert û Mckenzie kêfxweş bûn

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlum Ebdî hatina Mckenzy ji bo Bakûr û Rojhilatê Sûrî piştrast kir û got:

“Em bi dîtina General Calvert û McKenzie kêfxweş bûn.

Me li ser mijarê têkoşîna li dijî DAIŞ’ê, mayîna hêzên koalîsyonê li herêmê, pirsgirêkên ewlehî û aborî niqaş kir.”

Back to top button