Biden: Divê dewleta Filistînî were avakirin; mafê Îsraîlê were parastin

Serokê Amerîkayê Joe Biden bang li civaka navdewletî kir ku ji bo jinûveavakirina Xezayê alîkariyê pêşkêş bikin.

Joe Biden her wiha got ku ji bo pêkhatina aştiyê li Rojhilata Navîn, divê dewleta Filistînî were avakirin û li kêleka wê, mafê hebûna Israîlê jî bê naskirin.

Biden bang li her du aliyan kir ku pabendî agirbesta ragihandî bibin.

Wezîrê Derve Anthony Blinken jî bi peywendiyeke telefonî digel Serokê Filistînî Mehmûd Ebas misogerkirina mayindekirina agirbesta ragihandî nîqaş kir.

Anthony Blinken da zanîn ku ew ê digel Filistîn û NY li ser karkirina bo pêşkêşkirina alîkariyên lezgîn bo jinûveavakirina Xezayê, pabend bin.

Piştî ragihandina agirbestê di navbera Israîl û Filistînê de, tê payîn Blinken çend rojên din berî bide Rojhilata Navîn û digel hempîşeyê xwe yê Israîlî û Filistînî bicive.

Di şerê 11 rojan ê Îsraîl û Filistinê de di nav de 66 zarok, 248 kes jiyana xwe ji dest da û zêdeyî hezar û 900 kes jî birîndar bûn.

Back to top button