Jinên siyasetmedar: Bi avakirina Rêveberiya Xweser, rola jinan di civakê de xurtir bû

Endamên rêveber ên Meclisa Jinan a Minbicê diyar kir ku bi avakirina Rêveberiya Xweser re rola jinan di civakê de xurtir bû. Her wiha teqez kir ku bi naskirina Rêveberiya Xweser re, dê aloziya Sûriyê çareser bibe.

Fikirê neteweya demokratîk û projeya Rêveberiya Xweser ku rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye xizmeta hemû çînên gel, kêmneteweyên olî û pêkhateyan kir.

Heke Civaka Navneteweyî Rêveberiya Xweser nas bike dê rê li pêşiya pêkanîna vê projeyê li hemû herêmên Sûiryê veke û dê aloziya Sûriyê bi dawî bibe.

Her wiha ev proje mafên jinan û hemû pêkhateyan bê cudahî, diparêze.

Bi avakirina Rêveberiya Xweser û bi rûniştandina têgeha neteweya demokratîk re, rê li pêşiya jinên Minbicê vebû ku roleke rasteqîn di birêvebirina civakê de bilîzin.

Xebatên jinan di warên siyasî, leşkerî û aborî de derfet da ku bibin pêşengên civakî û rola xwe xurt bikin.

Hebûna Desteya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, vekirina saziyên taybet ên jinan mîna meclis, mal û navendên aboriya jinan hemû deriyek li pêşiya jinan vekir ku nêrîna xwe parve bikin, zihniyeta neyînî ya li hemberî xwe biguhere û tev li kar bibe.

Back to top button