TEVGERA GORAN Û PDK’Ê LI SER MIJARA SEROKATIYÊ LI HEV KIRIN

Partiya Demokrata Kurdistan PDK û Tevgera Goran li ser mijara sererastkirina yasaya Serokatiya Herêma başûrê Kurdistanê li hev kirin û bi îmzeya 68 parlamenteran pêşnûmeqanûnek pêşkêşî Parlamentoya Herêmê kirin

Serokê Koma PDK’ê ya li Parlamentoya başûrê Kurdistanê, Omêd Xoşnaw diyar kir ku li gorî pêşnûmeqanûnê, Serorkê Herêma başûrê Kurdistanê wê di dema parlamentoyê de li Parlementoyê were hilbijartin.

Li gorî agahiyan, parlamenterên Tevgera Nifşê Nû, Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê YNK’ê û Yekgirtû ya Îslamiya Kurdistanê pêşnûmeqanûn îmze nekirine.

Li aliyê din jî PDK’ê namzetê xwe yê ji bo erkê Wezîrê Dadê ya Iraqê pêşkêş Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî kir.

Cîgirê Rêveberê Malbenda 2 ya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê YNK’ê Xefûr Salih eşkere kir ku Wezareta Dadê heqê me ye û em namzetê PDK’ê ji bo erkê Wezîrê Dadê yê Iraqê qebûl nakin.

Leave a Reply

Back to top button