“Qutkirina ava çemê Firatê sûcekî şer e, divê sînorek ji dewleta Tirk re bê dayîn”

Siyasetmedar û hiqûqnasên herêmên ji bo domandina qutkirina ava çemê Firatê hişyarî dan û destnîşan kirin ku eger sînorek ji dewleta Tirk re neyê dayîn dê herêm bi karesteke mirovî rû bi rû bimîne.

Dewleta Tirk a dagirker ne tenê şerê leşkerî li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî dide meşadinin, di heman demê de qutkirina avê di destê xwe de kiriya çekeke.

Li ser mijarê, Sekretêrê Pariya Çep a Kurd li Sûriyê Mihemed Mûsa diyar kir ku dewleta Tirk dewleteke dagirker e, qirkirina gelê Kurd kiriye armanca xwe, bi vê yekê şerê aborî, Siyasî û Avê li dijî herêmê, dimeşîne.

Têkildarî rewşa çemê Firatê Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê, raporeke ji rêxistinên navneteweyî mîna Komîteya Hiqûqê ya Ewropa, Odeya Civaka Sivîl a NY re şand, lê hîna bersiva wê nehatiye dayîn.

Hevserokê Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Firatê Ehmed Dawud diyar kir ku, qutkirina ava Firatê bi tena serê xwe sûcekî ji ber ku raste rast bandorekê li jiyana mirovan dike.

Her wiha Hevseroka Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cûma destnîşan kir ku qutkirina avê li gorî qanûnên navneteweyî sûcekî şer e û dibe sedema zûhabûna herêmê.

Evîn eşkere kir ku piştî kêmkirina asta herkîna ava Firatê diyar bû ku dewleta Tirk ava ku derbasî herêmê dibe qirêj dike.

Berpirsê stasyonên avê yên Reqayê Ebdo Ebdulqadir jî wiha zehmetiyên xwe ji ber kêmbûna ava Firatê anî ziman:

“Li Reqayê li ser çemê Firatê 6 stasyon ji ber kêmbûna avê naxebitin, heger kêmbûna avê dewam bike dê stasyonên din jî nexebitin, wê demê dê nikaribin avê dezenfekte bikin û dê karesteke mirovî ya rasteqîn çêbibe û dê bîr jî qirêj bibin”.

Lewera Çavdêr dibêjin ku, civaka navneteweyî bi bêdengiya xwe di vî şerî de şirîke û eger sînorek ji dewleta Tirk re neyê dayîn dê herêm bi karesteke mirovî rû bi rû bimîne.

Back to top button