Balafirên şer derdora Dêrikê û Çiyayê Qerçoxê bombebaran kir

Balafirên dagirkeriya Tirkiyê beriya çend demjimêran careke din li herêma Xanaserê ya girêdayî Dêrikê stasyonê avê bombebaran kir

Di heman demê de gûndê Mêrga Mîra ya ku nêzî Qereçoxê 3 caran bombebarankirin.

Kobanê-Nexweşxaneya Corona û kargeha betonê kirin armanc

Her wiha balafirên şer ê dagirkeriya Tirkiyê beriya nîvsaetê bajarê Kobanê Kaniya kurdan, kargeha betonê, nexweşxaneya corona û daristana Kobanê bombebaran kir.

Ji aliyeke din dagirkeriya Tirkiyê embarê genim ê Amûdê jî bombebaran kir.

Gundewarê Eyn îsa û rêya M4 hate topbarankirin

Gundê Mixlat a girêdayî Tirwaziyê ku dikeve rojhilatê Eyn Îsa jî bi dijwarî obûsan ve topbaran kir.

Dewleta Tirk a dagirker, navenda bajarê Eyn Îsa, gundên Hoşan, Xalidiyê, Mişêrfa derdora Xwaringela El-Seqir û rêya M4 bi çekên giran ve dijwarî topbaran kir

Gundê Şêx Elî û Um El Xêr ê Til Temirê hate topbarankirin

Deweleta Tirk a dagirker gudnê Şêx elî Um El Xêr ê dikeve rojavayê navenda navçeya Til Temirê bi çekên giran topbaran kir.

Seranserê xeta Şehba, Şêrewa û Şera hate topbarankirin

Artêşa dagirker liseranserê xetên Şehba, Şêrewa Şera gundê Meranazê, malikiyê, Şêwarqa, Tat Maraş, Kefer Entum, Bênê, Soxanekê, Aqîbê, Meyasê,Kilotê, Dêrjimil, û Derdora Til Rifat, Balafirgeha Miniq, Beluniyê, Eyn deqnê jî topbaran kir.

Bi dehan stasyonên avê, kehrebê, petrolê û nexweşxane hatin bombebaran kirin

Back to top button